Komeleya Newroz a li paytexta Libnanê Bêrûdê weke navenda Kurdên vir tê qebûlkirin. Komeleya Newrozê 2014’an bi fermî hate vekirin û ji hingî ve xebatên xwe yên çandî û civakî dike. Serokê komeleyê jî  Hennan Osman e.

Tê gotin li tevahiya Libnanê nêzî 100 hezar Kurd dijîn. Hin jê dibêjin 17 hezar û hin jê jî 120 hezar dibêjin. Ev hemû texmîn in lê texmîn ne dûrî rastiyê têne dîtin.

Li gorî serokê Komeleya Newrozê Hennan Osman, ti pirtûkek li ser çîroka Kurdên Libnanê nîn e. Di arşîvên dewletê de, di qeydên fermî de jî behs nayê kirin. Lê li ser vê mijarê tezên doktorayê hene. Çi kesê ku li ser Kurdan lêkolînê dike xwe dispêrin van tezên doktorayan.

DÎROKA KURDÊN LIBNANÊ

Kurdên vir ji du nifşan pêk tên. Nifşê pêşî Kurdên ku dema Silhedîn Eyûbî hatine, têne qebûlkirin. Ev nifşê Kurdan xwe mîna Libnaniyan dibînin, hîç bi Kurdî nizanin. Di çîna jorîn a Libnanêde ev Kurd hene. Van salên dawî hin jê li Kurdbûna xwe mikur tên. Di dîroka fermî ya Libnanê de behsa wan Kurdên dema Silhedîn Eyûbî tê kirin, ku di berevaniya welêt de rol girtine. Malbatên El Merabî, El Hamîeh, El Mişeîk, El Hamodû û El Kurdiye, hin malbatên karîger û xurt ên Libnanê ne, ku ji vê serdemê mane.

Kurdên nifşê duyan jî, ew Kurd in ku salên 1900-1925’an hatine. Nexasim dema qira Ermenan û serhildanên Kurdan ên piştî vê, bi hezaran Kurd ji Sûriyê koçî Libnanê kirine. Piraniya Kurdên ku koçî vir kirine ji Bakurê Kurdistanê ne. Ji herêma Mêrdînê û Bohtanê ne.

Hin ji malbatên Kurdan ku salên 1920’an ji ber zexta Komara  Tirkiyê koç kirine, hin jê çûne Sûriyê û hin jê çûne Libnanê.  Hin malbat di nav du welatan de parçe bûne. Kurdên ku vê serdemê hatine zimanê xwe parastine, Kurdatiya xwe parastine. Lê bi şertên dijwar jiyane. Piranî li qiraxên bajaran bêgav mane ku bijîn. Bênasname hatine hiştin. Ji ber ku bênasname mane, neçûne dibistanan, çi kargehên wan çênebûne û nebûne xwedî mal.

CIHÊTIYA DI NAVBEYNA DU NIFŞAN DE!

Çawa ku Kurdên di serdema Silhedîn Eyûbî de hatine, bûne çîna jorîn a civakê, Kurdên ku sedsala bihurî hatine bûne çîna jêrîn a civakê. Bi sîstemê re entegre nebûne. Gelek jê bi fikra, ’em ê dîsa vegerin Kkurdistanê’ bi dehan salan mane û niha dike ku 100 salek biqede.

KURDÊN KU JI MÊRDÎNÊ Û BOTANÊ HATIN

Tê qebûlkirin, piraniya Kurdên ku sedsala bihurî hatine ji Mêrdînê hatine. Her kes qebûl dike ku beşek ji êlên Mixajnî, Rajînî û Kurmanc koçî vir kirine. Her wiha tê gotin taxa Basta ya li Bêrûdê ji hêla wan Kurdan ve ku ji hêla Besta ya Şirnexiyan ve hatiye avakirin. Piraniya şêniyên vê taxê ji Kurdên Bestayê pêk tê.

Serokê Komeleya Newrozê Hennan Osman got, ”Kurd dema ku hatine vir karê herî giran û erzan kirine. Hemalî kirine. Jinan karê paqijiyê kirine. Berê dema ku Kurd dihate gotin kesên ku hemaliyê û karê paqijiyê dikin dihata bîra mirov. Ji bêgavî ev kar dikriin. Niha ev îmaj guheriye. Dema şerê navxwe yê Libnanê piraniya Kurdan koçî Ewropayê kirin.  Ên ku çûne Ewropayê desteka aborî dane malbatên xwe yên ku li vir mane. Ji ber vê jî niha rewşa wan a aborî hinekî baş e.”

KURD LI BÊRÛD, TRABLÛS, BEKA Û SAYÊ DIJÎN

Kurdên li Libnanê li deverên ji hev qut dijîn û ev jî ji bo wan dezavantaj e. Piranî li  Bêrûdê bi cih bûne. Lê li Trablûs, Beka û Saydayê jî têra  xwe Kurd hene. Kurdên li Bêrûdê piranî li ‘taxên hejar’ dijîn.

DEMA KU PKK ÇÛ LIBNANÊ RÛPELEKE NÛ VEKIR

Dawiya salên 1970’yî û destpêka salên 1980’î piştî ku qedroyên PKK’ê hatin Bêdûdê rûpeleke nû vebû. Kurdên li Libnanê hem ji bo ku PKK li van deran bikaribe xebatê bike bûne alîkar û hem jî bi hêza ku ji PKK’ê standin dest bi xwerêxistiniyê kirin. Malbatên ku Abdullah Ocalan li Bêrûdê dibû mêvanê wan, pêşengiya van xebatan kirin.

Bi salên 1990’î re li nav Kurdên Libnanê xebatên siyasî, çandî û civakî zêde bûn. Vê demê û beriya wê gelek jin û ciwanên Kurdên Libnanê tevlî nav refên PKK’ê bûn. Tê gotin 8 Kurdên Libnanî di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan. Ji nav van xwîşkên bi navê Roza û Binevş weke şehîdên peşî yên PKK’ê yên Libnanî têne qebûlkirin. Tê diyakirin xwîşkên Roza û  Binevş ku salên 80’yî tevlî nav PKK’ê bûn, salên 90’î li herêma Xerzanê şehîd bûne.

1999’an, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hate revandin, li nav Kurdên Libnanê jî şikandinek çêkir. Revandina Ocalan bi tevlêbûna bi hezaran kesî tê protestorkirin. Di van çalakiyan de ji gelên cuda û derdorên cuda ên Libnanê, dostên Kurdan jî hazir dibin.

Zextên ku hikûmeta Sûriyê ya wê demê bi çarçoweya Peyman Edeneyê li Kurdan tê kirin bandora xwe li Libnanê jî dike. Saziyên Kurdan têne girtin. Xebatên lobiyê yên Tirk zêde dibin. Lê piştî kuştina Refîk Harîrî, piştî ku hêzên Sûriyê ji Libnanê vedikişin, zextên li ser Kurdan û li ser kêmarên din hinekî kêm dibin.

Piştî şerê Sûriyê di nav wan penaran de ku hatine Libnanê Kurd nîn in. Lê piştî dagirkirina Efrînê rewş diguhere. Tê gotin bi sedan malbatên Efrînê niha li Libnanê penaber in.

KOMELEYA NEWROZ

Komeleya Newroz ku beriya niha bi fiilî xebatên xwe dikir lê piştî 2014’an bi fermî dest bi xebatên xwe kir mîna navenda Kurdên Libnanê tê qebûlkirin. Serokê komeleyê Hennan Osman di hilbijartina bihurî de ya parlamentoyê, weke namzetê parlamenteriyê hate nîşandan, neket parlamentoyê lê serkeftineke mezin bi dest xist. Hennan Osman li ser xebatên xwe wiha dibêje.

NAMZETÊ PÊŞÎ YÊ KURDÊN LIBNANÊ YE

”Saziya Newroz xebatên çandî û civakî dike. Li saziya me kursên zimên ên Kurdî hene. Ji bo çanda Kurd xebat hene. Hevdîtinên dîplomatîk têne kirin. Di navbeyna Kurdan û gelên Libnanê de em dibine pir. Her wiha em xebatên jinan jî dikin. Saziya me endamê Meclîsa Jinên Libnanê û Mafê Jinan a Navnetewî ye. Bi rêxistinên civakî re têkilî û xebatên me yên hevpar hene. Em hewl didin ku arîşeyên xwe yên bi gelê vir re çareser bikin. Ev der ji aliyekî ve cihê hevdîtina Kuradn e. Em mîtîng û civînan çêdikin.”

Hennan Osman li ser namzetiya xwe dibêje: ”Cara pêşî 2018’an Kurd di hilbijartina giştî de bûne namzet. Ev ji bo Kurdan baş bû. Cara pêşî deng dane namzetekî Kurd. Bû xebata pêşî ku Kurd jî di siyaseta Libnanê de çalak bibin. Lê divê ev xebat domdar be. Ev xebat divê ne ji hilbijartinê heta bi  hilbijartinê be. Divê em tim zêde bixebitin. Namzetbûna me Kurd anîne cem hev. Gelek kesên ku nizanîbûn Kurd in, hatin vir, gotin ew Kurd in û wê dengê xwe bidin. Hedafa me ew e ku di hilbijartineke dî de em gaveke xurtir bidin ber xwe.”