Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn.
Di çalakiyê de ku li ber Pirtûkxaneya Melbourne pêk hat, ji koma Austraila For Kurdan Fionn Skiotis û nûnerê NAV-KURD axivîn.
Qisekeran diyar kirin ku divê bi lez li dijî dewleta Tirk a barbar helwest bê nîşandan û gotin, “Bombe li gundan tên barandin, mirov tên koçberkirin, daristan tên şewitandin, tên birîn, dibin Tirkiyeyê û difiroşin. Dinya jî tenê li vê yekê temaşe dike.”
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.