Kurdên ku li Qahîreya paytexta Misrê dijîn ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê şahiyek lidarxistin. Şahî bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Kurdan di şahiyê de wêneyê Kawayê Hesinkar vekirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.
Di şahiyê de Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk a Misirê Leyla Mûsa axivî û Newroza hemû gelên bindest û berxwedêran pîroz kir. Mûsa diyar kir ku Newroz cejna hezkirin, azadî û demokrasiyê ye, Cejna Newrozê nîşaneya wekheviyê, berxwedêriyê û jiyana hevpar dide diyarkirin. Her wiha Musa got ku ew bi hêviya Cejna Newrozê ya sala bê ku piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeran were rizgarkirin wê bi şahiyeke mezin pîroz bikin.
Piştî axaftinê, beşdaran li ber muzîka Kurdî govend gerandin.