Otonomiya Kurdan a Çandî ya Neteweyî ya Federasyona Rûsyayê, Yekîtiya Êzidiyan û Meclîsa Moskovayê li hev civiyan. Biryar hate stendin ku ji ber virusa koronayê pîrozbahiyên Newrozê were betalkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurdên li Rûsyayê dijîn li bajar, herêm, gund û malan dikarin pîrozbahiyên biçûk bikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurdên li Rûsyayê dijîn divê li hemberî koronavîrusê tevdîrên xwe bistînin.