Kurdistanî û dostên wan ên di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li gelek navendên Ewropayên daketin qadan bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî kirin.

PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê li ser banga Tevgera Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên kurd a Fransa (TJK-F) mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ hate bilindkirin.
Hevberdevkê HDK-Fransa Îbrahîm Seydo Aydogan nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Ocalan da û got: “ Tecrîd ne li ser Ocalan tenê ye, tecrîd li ser raman û felsefeya wî ye. Heta azadiya Rêbertiya me wê têkoşîna me bidome.”

RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek pêk hat. Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Meş ji Place du Colombîe destpê kir heta Place de la Repûblîqûe dewam kir.

MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidar xistin. Girseya ku li Cennebîere kom bû pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin vekir.

BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê Sosyalîstên Elman û saziyên çep ve bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngek hate organîzekirin. Kesên tevlî mîtîngê bûn bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya Ocalan a di warê aştiyê de. Her wiha nerazîbûn nîşanî kiryarên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê dan.

BASEL
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşa ‘Ji Ocalan re azadî’ li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser rola Ocalan a ji bo aştiyê. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘Jin ji bo Ocalan di çalakiyê de ne’ û ‘Dewleta Tirk li Kurdistanê daristanan dişewitîne’ hatin bilindkirin. Hevserokê HDK-Ewropa Demîr Çelîk, Seroka Partiya BastA Tanya Zurcher , Seroka Partiya Sosyalîst Pascal Pfîster û li ser navê Tevgera Jinên Kurd axivîn. Çelîk got: “Divê weke Kurdên li Ewropa têkoşînê hê xurtir bikin.” Hevseroka Partiya BastA Tanya Zurcher jî diyar kir ku di serî de azadiya gelê Kurd û hemû gelan bi azadiya Ocalan dibe.

ZURIH
Li bajarê Zurih ê Swîsreyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de peyama “Em li gel koçberan in”. hate dayin. Kurdistaniyan jî di mîtîngê de daxwaza azadiya Ocalan kirin.

LEFKOŞA
Li bajarê Levkoşa yê Qibrisê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê Kurdistaniyan li Qada Lefkoşa Ledras Palasê stand danîn. Di standê de belavokên ku daxwaza azadiya Ocalan dike hatin belavkirin.