Li Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan protesto kirin. Bi deh hezaran kes li gelek bajaran daketin qadan û berxwedana Rojava silav kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dehan bajarên Elmanyayê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan hate protesto kirin.
WUPPERTAL
Li bajarê Wuppertal êrîşên dagirkeriyê yên delweta Tirk li ser Rojava ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protesto kirin. Çalakî bi beşbdarbûna bi hezaran kesî saet 18:00’an li cadeya herî qerabalîx Ctiy Arkaden bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” destpê kir. Di çalakiyê de bang li hemû gelan hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin û xwedî li Rojava were debikevin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hate protestok irin.
SAARBRUCKEN
Li Saarbruckenê jî bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê li pêşiya Europagalerî li hev civiyan û meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Terorîst Erdogan ji Kurdistanê bicehime” û “Bijî Berxwedana Rojava” hate berzkirin. Çalakî bi belavkirina belavokan bidawî bû.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê jî li pêşiya Konsolosxaneya tirk meşek hate lidarxistin. Di meşê de Nûnerê KNK’ê Serhat Çetînkaya axivî û got divê gelê Kurd bi rûhê seferberiyê qadan tejî bike û li dijî dagirkeriyê derbikevin. Parlamentera Partiya Çepgir Cansû Ozdemîr jî axivî û got Erdogan faşîst e û dijminê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêşdikeve ye. Nivîskar û aktivîsta jinan Anja Flach jî welatiyên ku li dijî faşîzma Erdogan bêdeng dimînin şermzar kir.
Li Hambûrgê roja Şemiyê saet 15:00’an li îstasyona trenê Sternchanze ew ê mîtîngekî girseyî were lidarxistin.
GOTTÎNGEN
Li bajarê Gottîngen ê Elmanyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan dagikeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava protesto kirin.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg jî Kursdistanî û dostên wan ev 3 roj in li ser pêyan in. Li Nurnbergê ji bo protestokirina dagirkirina Rojava meşek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan saet 18:00’an li Qada Lorenzkîrche li hev civiyan û heta Qada Wessartrom meşiyan.
STÛTTGART
Li Stûttgarê jî Kurdsitanî û dostên wan li Qada Kobanê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Li Stûtgartê jî çalakiyên protestoyê di roja 3’an de dewam kir. Nûnerên NCDK, MLKP, PARTÎZAN, PYD, MLPD, Înîsyatîfa Kurdistan, AABF-BW beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bêdengiya Netewên Yekbûyî û saziyên Ewropayê hate şermezar kirin.
TUBÎNGEN-REUTLÎNGEN
Li bajarê Tubîngenê jî Kurdistanî û dostên wan li Holzmarkatê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. Nûnerên NCDK Tubîngen û Reutlîngen, Die Linke, MLPD beşdarî çalakiyê bûn.
Parlamneterê Die Linke yê Parlamnetoya Federal Heike Hansel di çalakiyê axivî. Nûnerên Die Linke Reutlîngen û Tebîngen jî axivîn û diyar kirin ku her tim piştevaniya gelê Kurd dikin.
GIESSEN
Çalakiya li Giessenê jî di roja 2’an de didome. Gel li Berlînerplatzê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.
DARMSTADT
Li Luisenplatza Darmstadtê jî bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Sosyalîst û çepgirên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” hate berzkirin.di çalakiyê de banga bi hestiyariyê li raya giştî ya cîhanê hate kirin.
ESSEN
Li Essenê bi beşdarbûna 6 hezar kesî bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Di çalakiyê de Hevserkê NCDK Essen Yîlmaz Gultekîn, Av. Rolan Masitarin û nûnerê MLPD axivîn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Dîktator Erdogan”, “Kujer Erdogan” hate berz kirin û çalakî bi merşa “Çerxa Şoreşê” bidawî bû.
GELSENKIRCHEN
Li Gelsenkirchenê bi beşdarbûna 500 kesan çalakî hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
FREIBURG
Li Freiburgê jî çalakiyekî girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kes li Qada Alte Synagoge li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Di çalakiyê de dirûşme hatin berzkirin û hate diyar kirin ku di êrîşên artêşa Tirk de sivîl tên qetilkirin.
Piştî çalakiyê komeke ciwanan ber bi îstaysoya trenê ya navenda bajêr ve meşiyan û gara trenê dagir kirin.
SIEGEN
Li Siegenê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi çalakiyekî girseyî hate protestokirin.
MUNÎH
Li bajarê Munihê bi beşdarbûna bi sedan kesî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî li aliyê komên çepgir ên Elman ve hate organîzekirin û li Stacusê pêk hat. Meş li navenda bajêr destpê kir û heta li pêşiya Konsolosxaneya DYE dom kir. Çalakî heta derengiya şevê dom kir û peyama xwedîderketina li Rojava hate dayîn.
HANNOVER
Li Hannoverê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji aliyê hezaran kesî ve bi meşekê hate protestokirin. Di çalakiyê de pankarta “Êrîşa li dijî Rojava êrîşa li dijî mirovahiyê ye” hate hildan.
OLDENÛRG
Li bajarê Oldenbûrgê jî bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin.

