Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoyek kiritîk de ye, şevê din Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn daketin qadan
Li ser banga lezgîn a KCDK-E Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn daketin qadan û ji bo balê bikêşin li ser rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê banga ketina tevgerê li hêzên navnetewî kirin.
ZURÎH
Kurdistaniyên li Zurîh û derdora wê dijîn li pêşiya îstasyona trenê a Navenda Zurîhê li hev civiyan. Girseya gel bê navber dirÛşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Leyla Guven rumeta me ye” berz kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û Edogan hate berzkirin.
Di çalakiyê de bêdengiya navnetewî ya hêzên navnetewî hate şermezarkirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Li bajarê Swîsre Bernê jî Kurdistanî li pêşiya îstasyona trenê ya Navenda Bernê li hev civiyan û çalakî lidarxistin. Girseyê pankart û wêneyên Ocalan hildan bi dirûşmeyan balkişandin li ser rewşa çalakgerên grevê. Girseya gel banga ketina tevgerê li hêzên navnetewî kir.
STÛTTGART
Li bajarê Elmanya Stûttgarê jî Kurdistanî li pêşiya HBF’ê li hev civiyan û balkişandin li ser rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê. Girse bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Leyla’ , ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ ber bi Schlossplatzê ve meşiyan. Girse piştre dîsan çûn pêşiya HBF û polîsan çalakiya girseyê asteng kir.
FREÎBÛRG
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê ji aliyê Komeleya Çanda Elewiyan ve ji bo balê bikêşin li ser berxwedana Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpê kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê bi beşdarbûna 4 jê jin bi giştî 8 kesan destpê kir û wiha hate gotin; “Ji bo xwedîderketina berxwedêrên grevê û piştgirîdayîna çalakiyê me ev çalakî da destpê kirin. Divê demildest daxwazên çalakgerên ku rewşa wan di pêvajoyek kiritîk de ye pêk were. Beriya ku windahiyek canî çêbibe em bang li hemû raya giştî dikin ku xwedîli çalakiyan derkevin. Li ser vê armancê me çalakiya greva birçîbûnê ya 3 roj an daye destpê kirin lê heta ku daxwazên wan pêk neyê bi çalakiyên cûda em ê xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê derbikevin.”
Diyar bû wê sibê beşdarbûnên nû ji bo çalakiyê çêbibe û komeke ji mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrgê serdana çalakgeran kir.
BREMEN
Li bajarê Elmanya Bremnê ji bo bal kişandina li ser rewşa berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdistanî li pêşiya HBF Bremen li hev civiyan û banga ketina tevgerê li hikûmeta Elman kirin.
Girseya gel pankartên “Ji Ocalan re azadî, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Îzolasyonê bişkênin”, “Ji Ocalan re azadî” û wêneyên Leyla Guven hildan.
Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin bang li hikûmeta Elwman, dewletên Yekîtya Ewropa û hikûmetan hate kirin “Vê qîrinê bibihîsin û berî demekê bikevin tevgerê”.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê jî çalakiya protestoyê hate lidarxisitn. Kurdistanî saet 21:00’an li pêşiya HBF’ê li hev civiyan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Yuksel Koç û Nasir Yagiz” û “Bê Seork jiyan nabe” berz kirin.
MUNÎH
Kurdistaniyên li Munîhê dijîn jî li pêşiya HBF’ê li hev civiyan û bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê protesto kirin.
Kurdistanî posterên Guven û pankarta ‘daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwazên me ne’ hildan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji Ocalan re azadî” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Çalakî bi banga beşdarbûna çalakiya sibê bi dawî bû.
MONCHENGLADBACH
Li bajarê Elmanya Monchengladbachê ciwanên Kurd çalakî lidarxistin. Çalakî ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya HBF’ê hate kirin.
Ciwanan destpêkê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist Û piştre ber bi qereqola polîsan meşiyan. Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên “Bijî Ocalan”, “Bijî berxwedana Zindana” û ‘Leyla Guven” berz kirin.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî Kurdistanî li ser banga lezgîn a KCDK-E daketin qadan û çalakî lidarxisitn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Faşîst Tirkiye”, “Dîktator Erdogan” , “Ji Ocalan re azadî” û “Bîjî berxwedana zindana” hate berz kirin.



