Li paytexta Îngilîstanê Londonê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Jiyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Londonê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo çalakiyek hate lidarxistin.
Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen jî piştgirî da çalakiyê.
Endama Meclîsa Jinê ya Jiyan, Berfîn Dersîm di çalakiyê de axivî û diyar kir ku saziyên navnetewî li dijî tecrîdê bêdeng in û divê li dijî tecrîda mutleq bikevin nava liv û tevgerê.
Piştî daxuyaniyê parêzer Margeret Owen û Nûnerê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Egît Karataş nameya ku ji bo lêpirsîna lezgîn a li ser rewşa Rêber Apo amade kiribûn radestî saziyê kirin.
Piştre der heqê rewşa qet-agahî-negirtina ji Rêber Apo agahî dan rêveberên buroyê.
Rêveberên saziyê diyar kirin ku hayê wan ji binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê heye û wê nameyê ji Sekreterya Navnetewî ya Rêxistinêr e bişînin.
Margaret Owen piştî civînê daxuyanî da û diyar kir ku divê saziyên navnetewî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bikevin dewrê û vê meselê çareser bikin.
Egit Karataş, diyar kir ku ji ber binpêkirina mafan divê Rêxistina Efûyê Tirkiyê bixe rojeva xwe ya taybet.
Piştî axaftinan salvegera 12’an a Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê hat silavkirin.
Çalakî bi çepik û dirûşan bi dawî bû.