Serokê rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir, Tirkiye ji aliyê rejîmeke nemeşrû ve tê birêvebirin û rejîm têk diçe. Kurkçu ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê banga piştgiriyê kir û ji bo hilbijartinên xwecihî jî got, ‘hilbijartina çarenûsê’.

Parlamenterê berê û Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, li paytexta Swêd Stockholmê tevlî civîna li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran bû.

Kurkçu diyar kir, daxwaza berxwedêrên greva birçîbûnê mafdar e, qanûnî ye, însanî ye, wijdanî ye, exlaqî ye û hevgirtî ye.

Kurkçu anî ziman, Hevseroka KCD’ê û çalakgerên din ji bo jiyanê têdikoşin û bang li parêzvanên mafên mirovan hemûyan kir ku piştgiriyeke xurt bidin berxwedêrên greva birçîbûnê.

‘TIRKIYE JI ALIYÊ REJÎMEKE NEMEŞRÛ VE TÊ BIRÊVEBIRIN’

Kurkçu bal kişand ser zext û zordariya rejîma AKP’ê û diyar kir, Tirkiye ji 7’ê Hezîrana 2015’an û vir ve ji aliyê rejîmeke nemeşrû ve tê birêvebirin. Kurkçu destnîşan kir, darbeya 15’ê Tîrmehê ji aliyê AKP’ê bi xwe ve hate teşwîqkirin û ji bo pêkanîna dîktatoriyê weke amûrekê hate bikaranîn.

Kurkçu ragihand, li dijî zext û zordariya AKP û Erdogan li Tirkiye û Kurdistanê gelên cuda, civaka Elewî, jin, ciwan, xizan, kedkar ji her demê bêhtir li hev civiyane û işaret bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê kir.

Kurkçu diyar kir, hêzên rastgir, faşîst û zalim ên li Tirkiyeyê hemû; Ergenekon, MHP, BBP li dora AKP’ê bûne yek û destnîşan kir, ev hilbijartinên xwecihî ji aliyê serketin û têkçûna dîktatoriyê ve girîng e.

Kurkçu got, “Ev hilbijartin ji bo me hilbijartina çarenûsê ye” û diyar kir, “Dema ku gelê me ne tenê li Kurdistanê her wiha li rojavayê Tirkiyeyê helwesteke xurt a dijber li dijî Recep Tayyîp Erdogan nîşan da, hingî lingê xwecihî yê rejîmê wê şûna xwe negire.”

Kurkçu hişyarî da ku desthilatdariya Erdogan û AKP’ê dikare piştî hilbijartinê siyaseteke hîn êrîşkar bimeşîne û got, “Lê rastiyeke ku AKP di nava xwe de têk diçe.”

DAXWAZA BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ MAFDAR E; DIVÊ PIŞTGIRIYEKE XURT JI WAN RE BÊ DAYIN

Kurkçu bal kişand ser grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven pêk tên û got, “Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê eşkere ye. Tiştekî tenê dixwazin: Tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”

Kurkçu anî ziman, ev daxwaz gelekî mafdar, qanûnî, însanî, wijdanî û exlaqî ye û bi bîr xist, mafê hevdîtina mehkûman bi parêzer û malbata xwe re bi qanûnên navneteweyî û destûra bingehîn a Tirk hatiye destnîşankirin.

Kurkçu diyar kir, çalakgerên greva birçîbûnê ji bo jiyanê têdikoşin û got, “Eger em îro piştgiriyeke xurt nedin çalakgerên greva birçîbûnê sibe dibe ku aqûbeteke bêhtir nebaş rû bide. Pêwîste parêzvanên mafên mirovan hemû piştgiriyeke xurt bidin çalakgerên greva birçîbûnê.”