Qexeya derketina derve, li navçeyên Mêrdîn Mahsert û Nisêbînê ya li 4 gundan dewam dike û hejmara kuştiyên polîsên kontra û cirdevanên artêşa Tirk yên dagirker, bû 2.
Beriya çend rojan, hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Mêrdîn Mahsertê, herêma Omerya operasyon dabû dets pê kirin. ji sedema operasyonê, dinavbera Gerillayên Azadiya Kurd û leşkerên Tirk de şer derket.
Di encama şer de, mûdûrê tevgera taybet ya polîsan hatibû kuştin, gelek leşker, polîs û cerdevan jî birîndra bûbûn.
Li nexweşxaneya Mêrdînê jî, cerdevanê birîndar Evren Başçi mir û hejmara kuştiyên di şerê li herêma Omerya de bû 2.
Waliyê Tirk yê li Mêrdînê jî, piştî şer û kuştina Midurê Polîsên kontra Tufan Kansûva, û birîndrakirina gelek leşker û cerdevanan, qedexeya derketina derve ragihand.
Waliyê Tirk yê li Mêrdînê, li gundên girêdayî Nisêbînê, Cinata Hiso û Cinata Miho û gundên girêdayî Mahsertê Heciyan û Yestê, ku operasyon li derdora wan dewam dikir, qedexeya derketina derve ragihand.
Doh jî,
Waliyê Tirk yê li Mêrdinê, piştî qexeya derketina li 4 gundên Mehsertê û Nisêbînê, li gundê girêdayî navçeya Mêrdîn Artuklu, Tizyanê jî qedexeya derketina derve ragihand.
Niştecihên herêmê jî ragihandin ku, leşkerên taybet yên kontra hîna li herêmê hene û operasyon dewam dike.
Li gorî daxuyaniya waliyê Tirk yê li Mêrdîn’ê, qedexeya li 4 gundan, wê heta daxuyaniya duyemîn dewam bike.