Lêkolînerê avhewayê û meteorolog Mojîb di mijara germahiya global de diyar kir ku mirovahî ber bi ‘texmînên herî nebaş’ ve diçe û hişyarî da ku mirovahî dikare bikeve nava şerekî nû.

Lêkolînerê avhewayê Mojîb Latîf beşdarî bernameya ZDF-Talk a qenala duyemîn a Elman ZDF bû û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî germahiya global tenê bi konsensuseke navneteweyî dikare bi ser bikeve.

Prof. Latîf bal kişand ser astengiyên ji ber şewba Covîd-19 ku bûye wesîleya kêmbûna belavbûna gaza serayê û got, “Ya rast, krîza Coronayê ji bo guhertineke pergalî firsendeke kêmdîtî ye.”

Prof. Latîf kêmbûna belavkirina karbondîoksîtê (CO2) li Elmanyayê weke serketineke girîng pênase kir û diyar kir ku ji sala 1990’î û vir ve belavkirina CO2 li Elmanyayê bi rêjeya 40 ji sedî kêm bûye. Prof. Latîf anî ziman ku belavkirina CO2 li tevahiya cîhanê di heman demê de bi rêjeya 60 ji sedî zêde bûye.

PARASTINA AVHEWAYÊ JI BO PÊŞKETINÊ ŞERT E

Prof. Mojîb Latîf diyar kir ku di navbera salên 1990-2020’an de ku li Elmanyayê belavkirina gaza serayê di asteke girîng de kêm bûye, aboriya welêt li şûna biçûkbûnê mezintir bûye û bi bîr xist, ku Elmanya hîn jî li cîhanê çaremîn, li Ewropayê jî aboriya herî mezin e.

Prof. Mojîb destnîşan kir ku parastina avhewayê id heman demê de aboriyê û aramiyê teşwîq dike û ragihandi ku ev yek motora pêşketina teknolojîk e.

BER BI TEXMÎNÊN HERÎ NEBAŞ VE DIÇE, LÊ HÊVÎ HEYE

Li gorî Prof. Mojîb, rewşa dawî ya di mijara avhewayê de li cîhanê diqewime, nîşan dide ku mirovahî ber bi ‘texmînên herî nebaş’ ve diçe. Prof. Latîf ziwatî, lehî, şewitandina daristanan, helandina qeşa li Sîbîrya, Alp an jî cemseran weke mînak nîşan da û diyar kir, ku ji ber vê rewşê texmînên ku germahî wê li gorî sedsala 19’an bi 2 pileyî zêde bibe, senaryoyeke rasteqîn e.

Prof. Latîf got, “Mirovahî teqez ber bi texmînên herî nebaş ve diçe” lê belê tevî vê yekê jî hêviya wîheye û di pratîkê de pêşî li vê rêveçûna nebaş dikare bê girtin.

Prof. Mojîb Latîf her wiha hişyarî da ku ji ber germahiya global pirsgirêka ziwatiyê û avê rû dide û ev jî wê bibe sedem ku şer zêde bibe.