Volkanê La Cumbre Vieja 19’ê Îlonê teqiya û lava ji devê volkan herikî qadeke ji 600 hektarî (1.400 donim) şewitand û 6.000 kes neçar hişt ku ji malên derkevin.
Piştî ku aliyê bakur ê volkan hilweşiya, lav mîna çemekî herikî û her tiştên li pêşiya xwe şewitand.
Ji rayedaran Miguel Angel Morcuende roja Duşemê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku beşek ji febrîqeya çîmento şewitî ye.
Li gorî endezyaran lav saetê bi 700 metreyî diherike.
Teqîna volkan xisareke mezin da herêmê. Heta niha ji ber teqînê tiştek bi kesî nehatiye.