Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê rewşa Venezuelayê nîqaş kir.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê li ser rewşa Venezuelayê axivîne û wiha dewam kir: “Dema ku me dozên siyaseta derve nîqaş kirin, Lavrov hişyariya destwerdana karûbarên hundirîn ên Venezuela û bikaranîna zextê da.”
Lavrov diyar kir ku Rûsya amade ye da ku danûstandinan ji bo Venezuelayê di çarçoveya rêgezên Neteweyên Yekbûyî de bike.
Li Venezuelayê ji ber ku serokê opozîsyonê Juan Guaido xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê ragihand, alozî kûrtir bûbû.
(jo)