Lavrov piştî tevgera leşkerî ya Rûsya li ser Ukraynayê li daxuyaniya çapemeniyê got, ”Hêzên çekdar ên Ukrayna çawa ku guh da dengê me û çekên xwe berdan, em ji danûstandian re kar in.”

Lavrov têkilî dagirkirina Ukrayna got armanca wan ew e ku Ukraniyan ‘ji zextê rizgar bikin.”

Lavrov her wiha got Pûtîn ji bo ku Ukrayniyan ji leşkeran û Naziyan bistînin biryar li ser operasyona leşkerî ya taybet daye û bi vî awayî Ukrayniyên ku ji zextê xilas bûne, dikarin dahatuya xwe bi azadî hilbijêrin.

Lavrov bi berdeawmî diyar kir armanca wan ne dagkirina Ukrayna ye û got, ”Armanca operasyonê aşkere ye: Bêçekkirin û paqijkirina ji Naziyan.”