Berpirsê Kêşeyên Navneteweyî yê Weqfa Pont-Neûfê Hadrîen Desûîn ji rojnameyê re axivî û got ku “Ji bo parastina sînorên behrê yên Ewropayê Fransa êdî baweriyê ne bi Tirkiyeyê û ne jî bi Elmanyayê tîne.

Desûîn got ku, “Fransa û hevkarên wan ên li Behra Spî neketina dewrê wê Tirkiye hêdî hêdî xwe parêzvanê sînorên me yê behrê diyar bikira. Dema ku Fransa û Tirkiye werin hemberî hev, ev ji bo mutefîkên me yên Elman jî tevgereke xerab be. Lê bi kêmanî bi vê krîzê re em dizanin hevalên me yên rastîn kî ne û dema darbeyeke tund pêk were em dizanin em ê baweriyê bi kê bînin. Heke em destûrê bidin ku Erdogan çend kîlometreyan pêş ve were, dibe ku hemû Behra Spî û Balkan hilweşe.”