Lêkolînerê Enstîtiya Washingtonê ya Siyasetên Rojhilata Jêrîn Fabris Balanch got ku Erdogan li hemberî tişta ku li Munbicê pêk hatiye bi hêrs bûye û ji ber vê yekê dê dijberiya xwe li dijî rojhilatê Firatê zêde bike lê ne destpêka êrîşa mezin e. Her wiha piştrast kir ku pêdiviya Amerîkayê bi parastina rojhilatê Firatê û Minbicê heye.
Di raporeke radyoya VOA’yê (Dengê Amerîkayê) de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibêjin ku êrîşa dawîn a dewleta Tirk hişt ku êrîşa wan li dijî dijminê hevbeş DAIŞ’ê were rawestandin.
Di raporê de tê gotin ku QSD hêzeke koalîsyon di navbera şervanên Kurd, Ereb û Suryan de ye û li dijî DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê şer dike.
Di raporê de tê gotin ku artêşa Tirk a dagirker di van demên dawîn de êrîşî Kobanê kir û li ser navê QSD’ê wiha gotiye: “Mafê me yê xweparastinê heye û li ser vê yekê me trimpêleke leşkerî ya Tirkiyeyê rûxand.”
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji ajansa nûçeyan a Amerîkayê re wiha got: “Gefên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên dagirkirinê di heman dema pêngava şerê tunekirina DAIŞ’ê li Dêrazorê de pêk tê.”
Mehmûd wiha domand: “Ev baregeha dawîn a DAIŞ’ê li rojhilata Firatê ye. Tunekirina DAIŞ’ê tê wateya qonaxeke nû ya aramiya li Sûriyeyê. Lê ev gefên Tirkiyeyê tevliheviyê di Sûriyeyê de zêde dikin.”
Di raporê de tê gotin ku Erdogan di van demên dawîn de gefxwarina xwe ya êrîşa li dijî herêmên rojhilatê Firatê zêde dike. Amerîka di bersiveke xwe de bang li her du aliyan kir ku dilaram bin û bala xwe bikişînin ser têkşikandina DAIŞ’ê.
Berdevkê Pentagonê Sean Robertson ji VOA’yê re got ku haya wan ji daxuyaniyên Tirkiyeyê yên der barê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye û wan peywendî bi Tirkiye û QSD’ê re kiriye da ku dilaram bin û wiha domand: “Em li gorî nexşerêya Munbicê tev digerin û ew li gorî hevpeymana pêk hatiye dimeşe.”
Di raporê de li ser navê hin lêkolîneran hate gotin ku gefên Tirkiyeyê li dijî Kurdên Sûriyeyê diyar e dê berdewam bibin.
Fabris Balanch jî wiha got: “Ez guman dikim ku Erdogan zexta xwe li ser QSD’ê zêde bike ji ber ku Amerîka naxwaze Minbicê radestî wê bike.”
Balanch wiha domand: “Erdogan bi hêrs bûye, ji ber vê yekê Kobanê topbaran dike. Lê ez bawer nakim destpêka êrîşeke mezin be. Pêdiviya Amerîkayê bi parastina axa Bakurê Sûriyeyê heye û di nava wê de Minbicê.”
Balanch da zanîn ku pêdiviya Amerîkayê bi YPG’ê û QSD’ê re ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê zêde ye ji ber ku ew di şer de pispor in.
ANHA