Navnîşana zext, serdegirtin û îşkenceyê vê carê jî gundê Zorava yê navçeya Sûra Amedê bu.
Eskeran bi wesayîtên zirxî dor li gund pêçan û bi hinceta qedexeya derketina derve nehiştin kes ji malên xwe derkeve.
Ketin û derketina gund jî bi temamî qedexe kirin.
Bi hinceta “endamên rêxistinê hene” bi ser mala Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar, Mehmet Bahtiyar û Hayrettin Kardaş de girtin.
Di serdegirtinê welatiyan wek mertal dan pêşiya xwe û hemû kelûpelên li malan belav kirin.
Tacettîn Kardaş ê ku bi zextên leşkran re rû bi rû ma, diyar kir ku ji salên 90’î ve bi zextên wiha re rû bi rû dimînin.
“Du sê meh carek bi ser malên me de digirin.
Saet derdora 05.00’an ser mala min de girtin.
Dema min derî vekir, berê çekên xwe dan ser min û gotin, ‘derkeve derve’.
Li hemû odeyan lêgerîn kirin, tiştek nedîtin.
Digotin kesek çekdar hatiye gund û xwe li gund veşartiye.
Piştî lêgerînên li malan, dorpêça xwe rakirin û paşê jî çûn.”
Karker Kalkan ê ku leşkeran wî wek mertal da pêşiya xwe jî got:
“Berê çekên xwe dan ser min û bavê min.
Paşê jî telefona xwe dan min û gotin; biçe videoya hemû hundir bigire.
Piştî min dîmen girt, min kirin mertal û li hemû odeyan gerandin.”
Emîne Eren jî dibêje kelû pelê me hemû serûbin kirin.
Piştî buyerê, şandeya ji parlamenter û rêveberên DBP, HDP û saziyên sivîl ên Amedê pêk dihat çû gund.
Şande li şêniyan guhdar kir û diyar kir ku ew ê li ser mijarê bisekinin.