Berdevkê Yekîneyên Emerîkayê yên li Efganistanê Sonny Leggett daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî bi unîformayê Efgan bi tivinga sivik li hêza leşkerî ya hevpar a Emerîka-Efgan reşand.” Berdevk diyar kir ku 2 leşkerên Emerîkî mirin û 6 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku bûyer li wîlayeta Nangarharê qewimî. Waliyê wîlayetê Şah Mahmûd Meyakîl peyameke bi deng ji çapemeniyê re ragihand û diyar kir ku 3 leşkerên Efgan hatine kuştin. Meyakîl anî ziman ku hîn zelal nebûye ku bûyer êrişeke yan jî qezayeke. Meyakîl got, “Di navbera hêzan de şer neqewimî. Em lê dipirsin.”

Berdevkê hêzên Emerîkî anî ziman ku ew niha sedema êrişê nizanin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.