Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li xeta sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê rojane gundên kantonê gulebaran dikin ku jiyana sivîlan dixin xeteriyê. Ji ber êrîşan ku ev du salên dawî zêdetir bûne bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de bi dehan mître xaka Rojava hatiya binpêkirin û bi hezaran dar hatine qutkirin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di demên dawîn de bi mebesta têkbirina ewlekariya herêmê bi çekên giran û sivik gundên li ser sînorê herêma Firatê(Kantona Kobanê, Kantona Girê Spî) dike hedef.
12`ê Tebaxê de leşkerên artêşa dagirker, gund Minbetih ê Girê Spî gulebaran kir, ji ber gulebaranê cotkarê bi navê Ehmed Îsmaîl Şahîn birîdar kir, di heman rojê de jî gundê Yabsê yê dikeve rojavayê Girê Spî jî hate gulebarankirin.
Leşkerên artêşa dagirker 23‘ê Îlonê welatiyê bi navê Basil Xelef El-Elî yê ji gundê Minbetih ê dema ku li ber mala xwe dixebitî hedef girtin û di lingê wî de birîndar kirin.
Di çend rojên dawîn de, ango roja vekirina dibistanan leşkerên dagirkeriya Tirkiyê dibistana gundê Sosik ê dikeve rojavayê Girê Spî gulebaran kir.
18`ê Îlonê, jî gundê Xerîb û Kirbenav ên 15 km dikevin rojhilatê bajarê Kobanê gulebaran kir, di encam de ziyanên madî çêbûn.
Leşkerên dewleta Tirk beriya du rojan gule li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê barandin.
Ferîda Mehmûd a ji gundê Qeremox dibêje:”Leşkerên artêşa Tirk a dagirker hema bêje rojê guleyan li gund direşînin, ji tirsa guleyan em nikarin ji tevbigerin, cotkar jî nikarin biçin nav zeviyên xwe yên nêzî sînor.”
Ferîda, bang li aliyên têkildarî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyinin û got:”Li hemberî van binpêkirinan çima bêdengî heye?.”
Welatiyê bi navê Mehmûd Nesan jî li ser binpêkirinên dewleta Tirk ev tişt got: “Berî çend rojan bû, ez di gundê Kerbenav re derbas dibûn, tirkan gule bi aliyê min ve reşandin.”
Dayika Îslem Mûrad a 70 salî jî diyar dike ku ew li ber deriyê mala xwe rûniştî bû ji aliyê Tirkan ve gule hatin berdan û ev tişt got: “Niha em nikarin li ber derî rûnin ji tirsa guleyan ku jiyana me dixe xeteriyê.”
Rayedarên herêmê diyar dikin ku leşkerên Tirk wekî şerekî taybet rojane êrîşan dikin, armanca wan têkbirina ewlehiya herêmê ye.