Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Kazimî Yehya Resûl, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku hêzên leşkerî yên DYE dest bi vekişîna ji welat kiriye. Resûl destnîşan kir ku pêvajoya vekişînê wê heta 31’ê Kanûnê temam bibe.

Pêvajoya vekişînê wê li gorî plana hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Fermandariya Operasyonên Hevpar ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê de pêk bê.