Leşkerên Tirk li herêma Çiyayê Gabarê ya li bejahiya Basanê ya Şirnexê agir berdan daristanê.
Li gorî agahiyan, ji ber gulereşandin û bombardûmana ji qereqola li gundê Zêwê hate kirin, agir bi herêma çiyayê Gabarê ket.
Leşkerên Tirk çawa ku beriya niha nehiştin şewat bê vemirandin di vê şewatê de jî nahêlin kes vemirînin.
Li sê herêmên Çiyayê Cûdî ya li pêşberî navenda Şirnexê jî şewata li daristanan dewam dike.