Balefirên şer ên Tirkiyeyê li Bradostê qadên sivîlan bomberdûman kir.
Balefirên şer ên Tirk vê sibehê saet di 05.00’an de li herêma Bradostê gelek qad û hin gundên Sîdekanê bomberdûman kir.
Hate ragihandin ku li qadên Lêlkan û Xakurkê jî êrîşên hewayî hatine kirin.
Leşkerên Tirk duh êvarî li Çiyayê Çiyadêlê yê li herêma Bradostê gule li ser gundiyên Lêlkanê barand. Xisar gihişt malên gundiyan.