Leşkerên Tirk girtin ser taxa Aşqan a Payîzavayê û êşkence li gel kir.
Dewleta Tirk di 25’ê Nîsanê û di 1’ê Gulanê de girte ser taxa Aşqan a Payîzavaya Wanê. Di operasyonan de leşkerên Tirk heqaret û çêr li şêniyên taxê kir. Di operasyona pêşîn de bi saetan gel li qadekê kom kirin û dest danîn ser erzaqên gel. Hin erzaq jî avêtin Çemê Nordizê.
ERZAQÊN GEL KIRIN ‘TIŞTÊN KU DI STARGEHÊ DE HATINE DESTESERKIRIN’
Cara pêşîn leşkerên Tirk di 25’ê Nîsanê de bi 9 helîkopteran girtin ser taxa Aşqanê. Di serdegirtinê de Abdûrrahman Dîk hate destgîrkirin û Dîk rojekê li qereqola servekirî hate hiştin.
Di heman rojê de hemû şêniyên taxê bi saetan di bin sermayê de li qadekê hatin kom kirin. Hin telefonên gundiyan hatin desteserkirin û taxa ku 36 saetan di bin ablûkayê de ma, erzaqên gel li qadekê hatin komkirin û ev erza wekî ‘erzaqên di stargehan de hatine bidestxistin’ hatin pêşkêşkirin.
Kinyas Gencer ê ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî diyar kir ku heqaret li wan hatine kirin û got ku “Ji sibehê heta êvarî nehiştin ku em êm bidin sewalên xwe. Alav û erzaqên ku qaşo yên PKK’ê ne, hemû yên gel in.”
SEWALÊN WAN MIRIN, ERZAQÊN WAN HATIN ŞEWITANDIN
Duh jî leşkeran girtin ser taxê û kesên bi navê M. Kasim Koçak (45) û Menav Kaçak (55) hatin destgîrkirin.
Haliya Koçak a ku leşkeran girtin ser mala wan jî diyar kir ku leşkeran sîle li kurê wê dane.
Fevzî Koçak jî diyar kir ji ber ku wan nekarî pezê xwe derxînin derve, 2 pezê wan di axur de mirine û got ku “ Girtin ser taxa me. Heqaret li me kirin û hemû deriyên me şikandin. Şekir û xwêya me li erdê reşandin.”
ÊŞKENCEYA BI AVA GERM!
Mehdî Koçak (19) ê ku leşkerên Tirk sîle li wî dabûn jî diyar kir ku piştre jî leşkeran pehîn li rûyê wî dane.
Ferhat Gencer ê ku hatibû derbkirin jî diyar kir ku pehîn û kulm li pişta wî dane. Gencer diyar kir ku dema wî ji pirsên leşkeran re gotiye ‘nizanim’ leşker devikê termosê çaya germ vekiriye û ava kelandî avêtiye ser rûyê wî.
Di operasyona duh de jî leşkeran alayên HDP’ê û posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî şewitandine.