Şewata ku berî 2 rojan li herêma daristan a nêzî herêma leşkerî ya Qereqola Jendermeyan a Karataş a li devera gundê Dizê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê derketibû dewam dike.
Gundiyên ku xwestin agirê ku gelek dar şewitandin vemirînin, rastî astengiya leşkerên Tirk hatin. Dîsa rê hat dayîn ku tîmên agirkujiyê yên hatin ji bo vemirandina agir tenê agirê derdorî qereqolê vemirîne.