NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 144 roj in bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehan jî girtî 106 roj in di grevê de ne. Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 144 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 131 roj in didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 105’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 106 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 85 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 75, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 84 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 33 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 29 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 24 rojin didome. Îmam Şîş li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 105 roj in didome. Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 79 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 78 roj, Husên Yildiz 73 roj, Hasbî Çakici 72 rojin di grevê de ye didome. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 71 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 67 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 62 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 57 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 40 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 15 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 35 roj, Şeyma Ednan 27 roj, Gulebax Celal 12 roj in di grevê de ye. Li bajarê Caglîarî ya Îtalya Erol Aydemir, li gundê Tatan ê navçeya Pênciwên a başûrê Kurdistanê jî Fatma Ehmed dest bi greva birçîbûnê kirine.
Leyla Guven 144 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
