Leyla Guven ku ev 87 roj in ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi peyamek a deng bersiva nama Ronyas ku zarokek xelkê Kirmaşanê ye da.
Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemergê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan di roja 87’an de berdewam dike. Rojane ji herçar parçên Kurdistan û dervey welat gelek peyam û name bi armanca piştgiriyê ji Leyla Guven re tên şandin. Yek ji van nameyan jî ya Ronyasa 8 salî ya ji bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Zaroka bi navê Ronyas di rojên borî de nameyek nivîskî bi armanca piştgiriyê ji Leyla Guven re şandibû.
Leyla Guven jî bi peyamek a deng bersiva nameya Ronyasê da û spasiya helwesta wê kir.
Nameya ku Ronyas û xwişka wê ya bi navê Arîna ji Leyla Guven re şandîbû wihaye:
“Silav û rêz heval Leyla, navê min Ronyase, ez xelkê Şabada ser bi Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê me. Ez jî dixwazim Serok Apo azad bikim. Lê ez bi tenê nikarim, pêwîste em hemû bihev re ji bo azadiya wî xebat bikin. Em Erdogan bişkînin û tevayî girtiyan azad bikin.
Ji bo azadiya Serok Apo serîhilde, serîhilde, serîhilde.”
Leyla Guven jî bi vî awayî bersiva vê nama Ronyasê daye:
“Ronyas keça ciwan, ez Leyla Guven im. Ez çavên te maç dikim, temendirêj bî, tu çiqas keçikek ciwanî.
Ji bo azadiya gelê xwe û pêşeroja zarokên me daku jiyanek azad û aram jiyan bikin, min dest bi çalakiya grevê birçîbûnê kiriye.
Ez bi qurbana çavên te yên reş bibim. Ti dema xema nexwe, ezê baş bibim û bi tekez ezê baş bibim.
Silav û rêz ji bo te û malbata te. Sekeftin be rihê min.”