Leyla Güven, di nameya ku ji girtîgehê şandiye de bang li gelê Colemrêgê dike ku li îradeya xwe ya siyasî xwedî derkevê û got; Gelê Colemrgê welatparêze, cesur e û fedekar e, ew ê li hemberî vê darbeya siyasî ya faşîzan têkoşînek dîrokî bike.
Gelê me, daxwaza mafên xwe yê demokrataîk dike û di hilbijartinan de xwedî li iradeya xwe ya azad derdikev. Lê desthilatdariya faşîst ya dewletaTirkiyê, di qirkirin, asimîlekirin, tecrîd, talan, wêranî û koçberkirinê de israr dike.
Qeyum jî yek ji van kiryarên faşîzan e û xespkirina îradeya gelê.
Gelê me jî di siyaseta demokrtaîk de israr dike û siyaseta taybet ya dewletê red dike.
Leyla Guven wiha dewem dike: Bi siyaseta faşîzan, lehengên gelê Kurd yên wekî Mehmet Sincar, Vedat Aydın, Muhsin Melik şehîd kirin. Ayşe Gökkan, Selahattin Demirtaş û bi deh hezaran siyasetmedarên kurd kirine zindanan.
Îro jî li Colemêrgê, îradeya gel ya ku di hilbijartina 31ê Adarê de Mehmet Siddik Akkiş weke hevşarader hate hilbijartin, xesp dikin. Ev kiryarek faşîzan berê jî kiribûn pratîkê.
Di kesayeta îradeya gelê Colemrgê de, îradeya tevahiya gelê Kurd hatiye xesp kirin. Ev tunekirina demokrasî û hiquq e.
Em di wê baweriyê de neku gelê Colemêrgê, gelê Kurd û tevahiya dînamîkên demokrtaîk, wê derkevin qadan û li îradeya xwe xwedî derkevin.
Em di baweriyê de ku jin û ciwan wê pêşengiya çalekiyan xwedî derketina li iradeya gel de pêşengiyê bikin. Heta îro tu hêzên di ser hêza gel re ne hatine dîtin û keşîf kirin.
Em weke girtiyên siyasî, bi gelê xwe yê fedakâr re ne û dibêjin, roj roja xwedî
derketine li îradeya xwe û hesabpirsîna ji dagirkeran e.