Li 3 bajarên Elmanyayê jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbera Abdullah Ocalan, ji CPTê re name hatin şandin.

Hat diyar kirin ku, li Elmenya bajarên Gîessen, Sîegen û Lîmbûrgê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanya-YJK-E, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi sedan name ji CPTê re hati şandin.

Jinên ku 883 nameyên ku hatine îmzekirin radetsî postexanê kirin, bal kişandin ser tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Abdullah Ocalan û gotin: “25 sal in di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tecrîdeke mezin heye.

Zêdeyî 3 salan e kes agahiyê ji Rêber Apo nagire û cezayên dîsîplînê jî sîstematîk kirine. Em jin li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê dikin. Me bi felsefeya Rêber Apo xwe nas kir. Ji niha pêve jî em ê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bikin.