Rojnameyên Saffron Walden Reporter, Inlington û Hackney ên li Îngilistanê tên weşandin, cih dan banga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li rojnameyên Saffron Walden Reporter, Înlîngton û Hackney Gazette, ku li Îngilistanê tên weşandin, banga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin.

Li Îngilistanê, kampanya “Azadî ji Abdullah Ocalan re” ku ji aliyê sendîkayên 6 milyon karkerên rêxistinbûyî ve tê meşandin, dewam dike.

Kampanya bi piştgiriya Meclîsa Gel a Brîtanyayê bi rêbazên nû di rojevê de ye.

Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd Elîf Sarican û Ercan Akbal diyar kirin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber bixebitin.