Li Fînlandiyayê Kurdistanî tevî dostên xwe li 5 bajaran daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
Li pênc bajarên Fînlandiyayê bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê çalakî pêk hatin.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî meşek bi peşengtiya Tora Piştgiriya Kurdistanê hat kirin ji bo 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cihanê. Bi sedan kesên ku tevlî çalakiyê bûn êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo hemu parezvan û şervanên Berxwedana Rumetê nişan dan. Di serê çalakiyê de wekîlên rexistinên Fînî û Kurdî axivîn û bang li hukumeta Fînlanda, Yekîtiya Ewropayê û hemu mirovahiyê jî kir ji bo sekinandina jenosîd û krîza mirovî ku dewleta Tirk a faşist li Rojavayê Kurdistanê Bakûrê Sûriyê ava dike.
Piştî axaftinên meşek li navenda bajarê pêk hat û dirûşmên “bijî Rojava”, “jin, jiyan, azadî” hatin qîrîn. Piştî meşê li meydana navendî ya Narinkkatori mîtîngek hate kirin.
VAASA
Li Vaasa mîtîngek bi tevlîbûna bi dehan kesî li meydana navendî ya bajarê pêk hat. Bi mîtîng banga boykota turîzm û berhemên Tirk kir. Pişti mîtîng Kurd û dostên wan ên Fînlandî li hev kom bûn û rewşa Kurdistanê nirxand.
KOKKOLA
Li bajarê Kokkola mîtîngêk ji bo bîranîna şehidan Berxwedana Rumetê û sivil ku hatin qetil kirin hat li dar xistin.
TAMPERE
Li bajarê mîtîngek bi tevlîbûna sed kes û bi peşengtiya koma Fînlandî ya Dostên Kurdistanê Tampere pêk hat. Çalakvan bang li hukumeta Fînlandiya kir ku divê hemu destûrên firotina çekan ku berî jî hatin kirin bên sekinandin. Her wiha heta şerê dagirkerî didome divê ambargo li ser dewleta Tirk bê sazî kirin.
TURKU
Li Turku 70 kes li hev kom bûn ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk. Li navenda bajarê gelek belavok hatin belav kirin ji bo boykota turîsm û berhemên Tirk. Çalakvan bang li hukumeta Fînland kir ji bo sekinandina
destûren firotina çekan û tekîliyên alaqat û aborî bi dewleta Tirkiyê re. Her wiha bang li Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk qedexe bike.