Li bajarê Celalabat ê dikeve rojhilatê Afganistanê êrîşeke xwekujî pêk hat û di êrîşê de piraniya wan zarok 12 kes mirin.
Êrîş li nêzî stasyoneke benzînê pêk hat û ev jî bû sedem ku hejmara kuştiyan zêde dibe. Hate diyar kirin ku di nava kesên mirî de 2 endamên îstixbaretê jî hene.
Ji rêveberên xwecihî Sohrab Qaderî wiha got; “Kesên jiyana xwe ji dest adyîn karkarên stasyona benzînê yên ku wesayît dişûştin bûn.”
DAIŞ’ê êrîş li xwe girt.