Polêsan bi talîmata wezareta karê hundir a Tirk li Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol, Kirikkale û Muglayê bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinan de li gorî agahiyan 15 kes hatin binçavkirin.

Kesên ku hatine binçavkirin dîsa weke gelek carên din bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.

Binçavkirî li navend û midûryetên polêsan tên ragirtin.