Li Amedê ji 18 kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 5 kes hatin girtin, 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di operasyona qirkirina siyasî de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate birêvebirin, li 4 bajaran di serdegirtina malan de 18 kes hatibûn destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin doh êvarê birin edliyeyê.

Piştî îfadeya li dozgeriyê, 5 kes bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin, 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.