Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, 8 hezîranê li dijî siyasetmedaran operasyon hatibû pêk anîn.
Hevşaredarên Erxenî yê berê Ahmet Kaya (Hevserokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê-PÎA) û Hevşaredarê Erxenî yê berê Ramazan Kartalmiş, Şaredarê Erxenî yê berê Fesîh Yalçin,
cîgirên hevşaredaran yên berê Gulistan Polat, Esverî Malkoç, Cavîdan Yaman ku di operasyonê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Piştî îfadeyê siyasetmedaran birin Edliyeya Amedê.
Siyasetmedar ji xebatên xwe yên siyasî û xebatên ji bo şaredariyê yên di navbera salên 2014-2019’an hatin tawanbarkirin.
Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” her şeş siyasetmedarn jî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kir.
Dadgeriyê bi heman îdiayê biryara girtina her şeş siyasetmedaran da.