Li 76 gund û mezrikên navçeyên Licê, Kocakoy û Hezro yên Amedê piştî ku ‘qedexeya derketina derve’ hate ragihandin 29’ê Cotmehê operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Qedexeya derketina derve 31’ê Cotmehê saet 00.00’an hate rakirin. Gelek leşker, tîmên taybet û wesayitên zirxî tevlî operasyona li qada başûrê navenda Liceyê bûn û hate diyarkirin li gelek cihên kontrolê yên ku li herêma operasyonê hatî danîn wesayitên ku derbas dibin têne kontrolkirin.
Diyar bû ku li herêmê bi ser 107 malan de girtine û li GBT’ya (agahiyên giştî) welatiyan dinerin.