Li Amedê, “nobeta demokrasiyê”, bi pêşengiya HDP’ê, doh di roja 28mîn de bi tevlîbûna gel, nunerêns aizyên civakî, reveber û parlamenterên HDPê dewam kir.
Girse ku ligel rêveber û parlamenterên HDPê, li Kolana Lîse kom bûn, li hemernî astengiyên polîsan, girse, bi dirûşme û çepikan dijberiya xw enîşan dan.
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî di nav de, Nûnerên Komeleyên Elewiyan ya Pîr Sultan Abdal ya Amedê, ya navçeya Stembol Eyûbê, Îttîfakên Kurdistanî û Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn.
Komeke din ya qerebalix, doh li navçeya Amed Rezan jî, li ber Parka Koşûyolû kom bû û xwest bi meş biçin Kolana Lîseyê. Lê polîsên dewleta AKPê, girse dorpêç kirin, lê gel israr kir û çû qada çalekiyê.
Di çalakiya doh de, Serokê Komeleyên Çand û Pîr Sultan Abdal ya Amedê Cafer Kolûman, Hevseroka Komeleyên Demokratîk yên Elewiyan ya navçeya Stembol Eyubê, Nergîz Guzel, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, ji Îttîfaka Kurd Abdulhey Okumuş, Endamê Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê Emîn Salman û Parlementerê HDP’ê Mahmût Togrûl axaftin kirin.
Axaftivanan, bi zimanekî hevbeş bal kişandin ser malbatên li devê deriyê HDPê û gotin: Desthilatdarî hestên dayikan îstîsmar dike. Em bang li dayikan dikin, cihê çalekiya wan avaniya AKPê ye, AKPe şerxwaz e û dibe sedema hemû kuştinan. Divê hemû dayik biçin ber deriyê avaniya AKPê û aştiyê bixwazin. HDPe û gelê Kurd ji bo aştiyê amade ne.
Girse piştî, çalekiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan bela bû.