Berî du rojan, 76 gundik û gundên navçeyên Lîcê, Hezro û Karaz ên Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û operasyona piştî qedexeyê hatibû destpêkirin berdewam dike.
Di 29’ê Cotmehê de, 76 gundik û gundên navçeyên Lîcê, Hezro û Karaz ên Amedê “Qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û piştî qedexeyê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Hat diyar kirin ku operasyona leşlerî berdewam dike.
Walîtiya Amedê li gelek gund û mezrikên navçeya Licê, Karaz û Hezro yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kir. Li gorî daxuyaniya walîtiyê qedexeya derketina kolanan saet ji 21:00’ê 29’ê Cotmeha 2018’an de hatiye destpêkirin. Hat destnîşan kirin ku bi taybetî li tevahiya çoltera başûrê navçeya Lîcê gelek leşker, yekîneyên taybet û wesayîtên zirxî hatine bi cihkirin.
Hat ragihandin ku ligel helîkopteran, balafirin ÎHA û SÎHA yên bê mirov jî bê navber li ser herêma operasyonê digerin. Derbarê şer derket an na de tu agahî nehatin bi dest xistin.
Ajansa Mezopotamya MA