Bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA) li Navenda Çandê Dîcle Firatê ya li Amedê bi dirûşma “Ji do heta îro panoramaya ked û serhildanan jinan, Jin jiyan azadî” pêşangeha wêneyan li dar xist.

Di pêşangehê de pankarta “Jin jiyan azadî ” hat daliqandin.

Wêneyên jinên têkoşer ku li Parîs, Silopya hatine qetlikirin û jinên ku di zindanê de ne tê pêşandan.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Adalet Kaya, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray, Meclîsa Jinan a DBP’ê, Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes tevlî pêşangehê bûn.

Axaftina vekirina pêşangehê parlamentera DEM Parti Adalet Kaya kir, got:

Bi taybet di deh salên dawî de sûcên li ser navê dewletê hatine kirin, hene. Gelek hevalên me ji ber qirkirina siyasî di girtîgehan de ne. Berê xwe didin jinên siyasetmedar aktivîst. Lê belê jin pêşengiya têkoşînê dikin û kevneşopiyeke têkoşîna jinan heye. ”