2’yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk a Amedê ku ji hêla Komeleya Ekolojiyê ve hat lidarxistin bi aktîvîteya li Zarok Ma’yê hate lidarxistin bi dawî bûn.

Di roja dawî ya aktîvîteyê de fîlmê Etna Ozbek ê bi navê “Nosema”, fîlmê Adar Baran ê bi navê “Sar” û fîlmê Îlham Bakir “Dengê Kilîtan” hatin pêşandan.

Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan

Stand-up’ a bi navê “Vik û Vala” ya şanoger û lîstikvan Erdal Kaya li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan.

Eywana ku stand-up lê hat lîstin, ji temaşevanan tejî bû. Bilêtên stand-up’ê hefteyek beriya niha qediyabûn.

Lîstikvanê stand-upê Erdal Kaya bi henekên xwe yên kurdewar temaşevan bi coş kirin.
Temaşevanan jî hezkirin û kêfxweşiya xwe bi çepikekên xurt nîşan da.