Li paytexta eyaleta Maryland Annapolîsê, li avahiya rojnameyekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Ji ber êrîşê gelek kes mirin.
Rêxistina Kontrolkirina Çekan (ATF) li ser hesabê xwe yê twitterê ev daxuyanî da: “Li bajarê Annapolîsê li navenda rojnameya Capîtal êrîşek hate kirin.”
Di êrîşê de ku li ofîsa redaksiyonê ya rojnameyê hate kirin, gelek kes mirin û birîndar bûn.