MÊRDÎN – Ji kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbîne de jiyana xwe ji dest dan û li Artûklûyê li goristana bêkesan hatin veşartin, nansnameya 33 kesan jê 3 sal in nehatiye diyarkirin. Cenazeyên gelek kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê ku di navbera 14’ê Adara 2016’an de hat îîlankirin de jiyana xwe ji dest an hîn jî radestî malbatan nehatine kirin. Her çend malbat ji bo DNA’yê xwîn dane, dîsa jî cenaze nayên teslîmkirin. Cenazeyên radestî malbatan nayên kirin, li Riha, Dîlok, Meletî û Mêrdînê li goristanên bêkesan hatine veşartin.  ÊN NASNAMEYÊN WAN AŞKERE BÛNE JÎ NADIN  Hat diyarkirin ku cenazeyên nasnameya wan diyar bûye jî radestî malbatan nakin. Wekî hincet jî tê gotin: “Encamên DNA’yê temam nebûne.”  LI ARTÛKLÛYÊ 33 CENAZE  Yek ji goristana ku cenazeyên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û hatin veşartin jî Goristana Kamor a Artûklûya Mêrdînê ye. Li vê goristanê 93 cenaze li gorên bêkesan hatine veşartin. Ji evan 60 jê cenazeyên welatiyên ku berê jiyana xwe ji dest dane, kesên nikaribûne heqê cihê gorê bidin û penaberên sûriyeyî ne.  33 cenazeyên din jî aîdî kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane. Li ser goran “NS” hatiye nivîsandin û ji 1’ê heta 33’yan hejmar hatine nivîsandin.  MA / Ahmet Kanbal