Li bajarê Aschaffenbûrgê bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Gerê ya Herêmên Parastinê yên Medayayê protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aschaffenbûrgê (NCKD) ve li Markplatz stadthallê hate kirin. Li gel Kurdistaniyan rêveberên partî û saziyên cuda yên Elmanya jî destek dan çalakiyê.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku dewleta Tirk li dijî Kurdan sûcê mirovahiyê kiriye, Elmanya destek dide vî sûcî.

Hate destnîşankirin ku tavilê divê dawî li vê dagirkeriyê bê anîn û çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana PKK’ê’ û ‘Terorîst Erdogan’ dawî bû.