Li paytexta Yewnanîstan Atînayê i dijî biryara Amerîka ya li ser pêşeng û şoreşgerên Kurdistanê û tecrîda giran a li ser Ocalan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, bi meşekê hate protestokirin.

Meşa protestoyê ya di pêşengtiya Navenda Civaka Kurdistanê de li Qada Syntagmayê destpê kir, komên Tirkiyeyî û çepên Yewnanistanî jî tevlî bûn.

Meşa heta pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê dom kir, dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hate qîrkirin.

Di meşê de pankarta ku wêneyên rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan ên DYA’yê li dijî wan biryara girtîn hate vekirin.

Her wiha poster û flamayên Ocalan dîsa alên KCK’ê û PKK’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘ PKK gel e, gel li vir e’ hatin berzkirin.

Di dema belavokên bi zimanê Yewnanî û Îngilîzî hatin belavkirin de, polîsên li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê bend danîn û rê nedan ku çalakvan nêzîk bibin. Li ser vê metenek ji bo çapemeniyê hate xwendin û zext hatin protestokirin.