Li paytext Atînayê, ji banliyoyan li Korydallosê li derdora heftê kesî yên endamê Berbanga Zêrîn a rastgirên radîkal xwestin ku Îna Pîroz a Xiristiyanen Ortodoks pîroz bikin. Lê ji ber ku bi sedema hêla Covîd-19’ê kombûn qedexe bû polîsan mudaleye li çalakiya kombûnê kir.

Endamên koma nîjatperest ku dixwestin li gel mûman li kûçeyan alaya rêz û rêçikî ya papazên Dêra Saînt Nîkolas bikin, bi fîşekên hewayî êrîş birin ser polîsan. Polîsan bi kêmanî 18 kesên nîjatperest destgîr kirin.

Bi wesîleya Cejna Paskalyayê ku heftiya bihurî Xiristiyanên din pîroz krin rayedarên Yewnanîstanê hemû pîrozbahiyên rêz û rêçikî qedexe kiribû. Her wiha ji bo ku li mal, baxçe û şaneşînan jî kese kom nebin polîsasn dewriye dikirin.

Li Yewnanîstanê heta niha ji ber Covîd-19’ê 108 kes mirine. Ji bilî hin rewşên awarte derketina derve hatiye sînordarkirin,binpêkirinên nav sînorên bajêr bi 150 Euroyî têne cezakirin. Ên ku derdikevin derveyî bajêr jî bi 300 Euroyî têne cezakirin.