Li gorî servîsên meteoroliyê di nava 48 saetan de dibe ku baran hîn bibare û lehî rabe.
Li gorî rayedaran heta niha 20 kesî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku ji Sîdneyê derdora 60 hezar kes hatine veguhastin. Li bajêr pir, mal, wesayit di nava avê de man, banê supermarketekê hilweşiya.
Bendava Manly ya li bakurê bajêr ji Sêşemê ve difûre. Hate xwestin ku derdora 2 hezar kesên li dora bendavê ji herêmê bêne veguhastin.
Li eyaleta Gal a Başûr ba û baran du hefte ne dewam dike. Li qadeke ji 20 hezar kîlometreyî alarma lehiyê hate dayin.