Ji bo 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Bakur-Rojhilatê Sûriyê şehîd bûn, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bîranînê pêk hat.
Bîranîn li Komeleya Rojava hat lidarxistin.
Endamên Komeleya Rojava, endamên dîwana Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê CDK-S, hevserokên meclîsê, malbatên şehîdan û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.
Di axaftinan de hat gotin ku şehîd rûmeta gelê Kurd e û ew ê li ser rêya şehîdan bi meşin.
Li bajarê Toûloûse ê Firansayê jî ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê û endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn, ku di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedayî pêk anîn, civîna gel hate lidarxistin.
Di civîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de têkoşîn û mîrateya şehîdan ku li pey xwe dihêlin hat destnîşankirin.
Bi heman armancê li bajarê Bordeaux yê Fransayê jî şehîdên meha cotmehê hatin bibîranîn.