Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 51 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û bi vî rengî hejmara giştî ya nexweşan bû 1.497 kes.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 51 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine.
Ciwan Mistefa da zanîn ku ji kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn 15 baş bûn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaşt hezar û 497’an, jê 62 mirin û 417 jî baş bûn.