Koreya Başûr diyar dike cîranê wan Koreya Bakur dîsa ketiye ‘rêya hevşib’ a sala 2017’an ku rageşî zêde bû.

Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-în bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir Koreya Bakur hindik maye ‘moratorumaê bişkîne’ ku ji bo ceribandina moşekên balistîk û nukleer li ser hatibû danîn.

Artêşa Koreya Başûr diyar kir spêdeya yekşemê wan tespÎt kirine moşeka balîstîk a bi mesafeya navîn hatiye avêtine.

Moşek piştî ku bi qasaî 2 hezar kîlometre bi hewa ketiye, di 30 deqeyî de 800 kîlometre çûye û piştre ketiye Deryaya Japon.

Japonya ragihand moşeka ku hatî avêtin bi menzîla navîn û dirêj e û diyar kir Koreya Bakur gefê li aştî û ewlehiya Japonya dixwe.

Koreya Bakur di nav mehekê de ev bû cara 7’an ko moşekan davêje.

Herî dawî sala 2017’an moşe hatibû ceribandin .Wê demê analîstan gotibû moşeka navborî menzîla wê 4 hezar û 500 km ye, dikare bigihije Girava Guamê, ku xaka DYE’yê ya li Pasîfîkê ye.

Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de ya 20’ê Çile ‘polîtîkayên bi dijminatî’ yên DYE’yê kiribû sedem û gotibû dibe ku ceribandinên moşekên nukleer dîsa dest pê bikin.