Çalakiya nobetê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş berdewam dikin.
Li Enqerê, Hêzên Ked û Demokrasiyê, li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan.
Girseya ku li Kolana Sakarya kom bû, dirûşme bezr kirin û Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiya Enqerê Nebahat Çalpan daxuyanî xwend,
Çalpan destnîşan kir ku ew ê destûr nedin ku vîna gelê Kurd tune bê hesibandin.
Li Edenê jî, Rêveberên DEM Partiyê, çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirinê daye destpêkirin, di roja çaremîn de dewam dike.
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqerê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî.
Li Sêrtê jî, li ber Şaredariya bajêr çalakiya nobetê di roja 6mîn de dewam dike.
Li ber şaredariyên Misirc, Hawêl û Weyselqeranî jî çalekiyên nobetê dewam dikin.
Li Elihê jî, çalakiya nobetê li ber Şaredariya bajêr dewam dike.
Rêverên DEM Partiyê yê Şirnexê jî, têkildarî meşa di 13’ê Hezîranê de ya ber bi Colemêrgê ve, li ber Şaredariya Silopiya daxuyaniyek da.
Parlamenter Newroz Ûysal û rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê û aktîvîstên TJA û hevşaredarên DEM Partiyê yên navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen axivî û banga beşdariya meşa li Colemêrgê kir û got, Îro roj roja berxwedanê û xwedî derketina li vina gel e. Divê her kes tevlî meşê bibe.
Piştî daxuyaniyê, girseyê li ber şaredariya Silopiya dest bi çalakiya nobetê kir.
Çalakiya nobetê ya li navçeyên Cizîrê û Hezexê jî berdewam dike.