Li cîhanê gelek tevgerên feminîst derketin. Armanca avakirina tevgeran ew e ku jin mafên xwe bi dest bixin, lê ev tevger gelek caran rastî astengiyên giran hatin. Li Bakurê Sûriyê rewş cuda bû; jinan xwe bi rêxistin kir û di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girt.

Rexmî qanûn û peymanên navdewletî ku banga tunekirina zayendperestiyê û têkoşîna li dijî tundiyê dikin jî, qanûn û peyman di encama zîhniyeta netewedewletê de li ser erdê pêk nayên.

Li her dera cîhanê jin rastî her cure tundiyê tên, wekî meta têne kirîn û firotin, bi rêbazên cuda têne qetilkirin. Mînakên vê yekê herî zêde li Îranê diyar dibin; desthilata Îranê jinên Kurd bi dar ve dikin. Herî dawî jina Kurd a bi navê Şerara Îlyasî bû qurbaniya vê ferasetê.

Li Sûriyê jî beriya şoreşê rewşa jinan ji ya jinên dewletên dîtir ên cîhanê ne cuda bû. Li Sûriyê ji ber adet û kevneşopiyên paşverû yên girêdayî zîhniyeta baviksalar, şîdeta psîkolojîk, fîzîkî, zewicandina di temenê biçûk de û hwd. li ser jinan hatin ferzkirin. Di rewşên şer û qeyranê de jî jin bi navê ol û kevneşopiyên civakî dihatin kuştin, îşkencekirin, revandin, tecawizkirin û darvekirin. Bûyerên bi vî rengî herî zêde li deverên ku komên çete yên mîna DAIŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk dagir kirine, rû didan. Jina ciwan a bi navê Reşa Bisîs ku li Cerablusê ji aliyê birayê xwe yê çete ve hate qetilkirin, rastiya vê yekê radixe ber çavan.

Li rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bi pêşengiya jinan şoreşê dest pê kir. Şoreşa Bakurê Sûriyê û Rojava wek şoreşa jinan tê naskirin. Di vê çarçoveyê de jinan rêxistinên xwe ava kirin û xwe ji hişmendiya baviksalar xilas kir. Di vê dosyayê de em ê nas bikin ka çawa jinan xwe bi rêxistin kir û li hemberî tundiyê serî rakir.

Ji yekitiyê ber bi kongreyê ve

Sala 2005 yekemîn yekitî bi navê “Yekitiya Star” hate damezirandin. Yekitiyê di birêxistinkirin û perwerdekirina jinan de kedeke mezin da. Xebatên Yekitiya Star bi şoreşa Rojava re berfirehtir bûn, li ser vê yekê navê xwe di sala 2016’an de veguherand “Kongreya Star” ku wek sîwana 20 rêxistin, tevger û komeleyên jinan hate diyarkirin.

Kongreya Star li ser bingeha avakirina sîstemeke demokratîk, wekheviya di navbera her du zayendan de kar û xebatê dimeşîne. Piştî rizgarkirina gelek herêman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên kongreyê berfirehtir bûn.

Di çarçoveya çalakiyên Kongreya Star de kampanyaya “Jin ji bo Efrînê serî hildidin” bi sedan jinên çalakvan û hiqûqnas ji welatên cuda yên cîhanê beşdarî kampanyayê bûn, her wekî dayikên aştiyê yên enternasyonalîst.

Berdevka fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadkirina jinan destnîşan kir û tekez kir ku jin bi fikrên wî gihîştine vê astê û wiha domand: “Mînaka herî  berbiçav, Konferansa Cîhanî ya li Almanyayê hate lidarxistin bû ku bi sedan jinên cîhanê tev lê bûn. Di konferansê de amaje bi têkoşîna jinan li Rojava hate kirin.”

Bi şoreşê re, her wiha yekemîn Navenda Perwerde û Zanista Jin li bajarê Qamişlo hate vekirin. Di wê demê de Îlham Umer yek ji jinan bû ku di navendê de dixebitî û li ser bi hezaran pirsgirêkên jinan disekinî. Îlham Umer wiha dibêje: “Di Navenda Perwerde û Zanista Jin de perwerde têne dayîn, her wiha Komîteya Lihevanînê heye ku bi nîqaş, danûstandinan, li gorî kevneşopên civakî û qanûnên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pirsgirêkan çareser dikin.”

Îlham Umer destnîşan kir ku piştî xebatên bi salan, hejmara dozên jinan li Rojava kêm bûne, lê li herêmên ku nû ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, zêdetir bûn.

Navnedên jinan karî bi dehan rewşên zewicandina zarokan û pirkirina hevjînan li gorî qanûnên Desteya Jinan ên xalên 13 û 24 rawestîne.

Li navendên jinan perwerdeyên xweser

Endamên navendên jinan heftane perwerdeyên xweser didin endamên komînan. Di navbera 2017 û 2018’an de li herêma Cizîrê 3 hezar û 32 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine, her wiha akademiyên taybet ên jinan hene.

Di navbera salên 2017-2018’an de 189 rewşên zewincandina di temenê biçûk de hatine rawestandin, pirkirina hevseran 220, şîdeta li dijî jinan 410 hatine çareserkirin. Hejmara dozên ku di nava salekê de derbasî navendên jinan bûne, gihaştine 10 hezar û 467 dozan, ji vê 5 hezar û 135 hatin çareserkirin û hezar û 96 radestî Dîwana Edaletê hatine kirin.

Di sala 2018’an de navê komîteyên lihevanînê veguherî ‘Komîteya Edalet û Lihevanînê’. Komîteyan girêdayî jinan hezar û 313 doz pêşwazî kirine, di nav de hezar û 9 hatin çareserkirin û 74 jî radestî Dîwana Edaletê hatin kirin û 121 doz hîna têne lêkolînkirin.

Desteya Jinan mafên hemû jinan diparêze

Têkildarî xebatên Desteya Jinan, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê 22’yê Cotmeha 2014’an ji bo parastina mafên jinan, hin qanûn derxistin.

Her wiha bi sedan semîner û civînên danasîna qanûnan li dar xistin. Desteya Jinan di heman demê de Mala Parastina Jinan ji bo pêşîgirtina tundiyê vekir ku yekem mal li ser asta Sûriyê û Rojava tê vekirin. Ev mal pêşwaziya jinan ku gef û tundî li ser wan hene, hembêz dike û bi hemû hêza xwe hewl dide ku dawî li şîdeta li ser jinan bîne. Desteyê her wiha 4 navendên şêwirmendiya derûnî li Qamişlo, Hesekê, Til Temîr û Çil axa vekirine. Erka van navendan ew e ku desteka psîkolojîk bi rêya bername û semîneran pêşkêşî jinên ku rastî şîdetê hatine bike û wan ji rewşa derûnî ya nebaş xilas bike.

Rêxistina Sara… Kedeke mezin ji bo bidawîkirina şîdetê

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, ji bo jinên ku rastî şîdetê dihatin, her wiha jinên koçber û jinên gefa kuştinê li wan hene, kedeke mezin da. Di vê çarçoveyê de gelek dewreyên perwerdeyê ji bo hişyarkirina malbatan, semînerên li ser têkoşîna li dijî şîdetê, her wiha dewreyên piştgiriya jinan di aliyê psîkolojîk de, semîner li dibistan, komîn û kampan hatin dayîn.

Meclisa Edaletê ya Jinan… Çareserkirina dozan li gorî edaleta civakê 

Girêdayî Meclisa Edaletê ya li hemû herêmên Cizîrê komîteyên lêpirsînê hene. Her wiha 42 dadger û 8 endamên di Meclisa Edaleta Civakî de hene. Ev endam cihê xwe di Desteya Edaletê de jî digirin. Di heman demê de, roleke girîng di birêxistinkirina edaleta civakê de dilîzin. Meclisa Edaletê ji hevserokan, rêveberiya lêpirsîna dadwerî, rêveberiya komîteyên lêpirsînê, rêveberiya desteyên rêveber û rêveberiya komîteyên lihevanîn û edaletê pêk tên.

Yek ji pirsgirêkên ku nedigihîşt encamekê ew bû ku ev meclis dereng hatin avakirin û birêxistinkirin, ji bo wê li akademiyên edaletê yên Qamişlo û Til Merûf bi zimanên kurdî û erebî perwerde hatin dayîn.

Meclisa Jinên Sûriyê sîwana hemû jinên Sûriyê ye

Ji bo berfirehkirina karê jinan li ser asta Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê 7’ê Îlona 2017’an hate avakirin. Meclisa Jinên Sûriyê di nav xwe de yekitî, rêxistinên sivîl, çalakvanên mafnasî li ser asta hemû Sûriyê digire. Armanca avakirina meclisa jinan li ser asta Sûriyê, aktîfkirina rola jinan di hemû beşên jiyanê û bilindkirina têkoşîna li dijî şîdetê ye.

Meclisa Jinên Sûriyê di encama têkoşîneke mezin de ku jinên Rojava pêk anîne, hate avakirin; bi gotineke din avakirina Meclisa Jinên Sûriyê berhemên keda jinên Rojavayê Kurdistanê ye.

Meclisa Jinên Sûriyê çalakiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, taybet piştî rizgarkirina Reqayê, Tebqa û gundên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê û piştgiriya wan jinan hate kirin ku dikaribin rola xwe di birêxistinkirin, perwerde û avakirina civakê de bilîzin.

Di encama kedeke mezin de, dikaribûn jinên ji hemû bajarên Sûriyê beşdarî hevdîtina ku di 5`Cotmehê de li Kobanê bi beşdarbûna 300 çalakvanên sivîl û mafnas hate lidarxistin, li hev kom bibin. Di wir de, destûra Sûriyê û rola jinan tê de hatin nîqaşkirin.

Jinên ciwan zemîna tevlêbûna jinan ji bo hemû bajarên Bakurê Sûriyê danî

Jinên ciwan roleke mezin di tekoşîna li dijî şidedê û rêxistinkirina semîner û perwedeya ciwanan de lîst. Jinên Ciwan li herêmên nû hatin rizgarkirin, bi tayet herêmên ku pêkhateyên Ereb di rêya dayîna semîner, civîn û çalakiyên cûda dikarî rê li ber bi dehan rewşên şideta li dijî jinan rawestandin.

Jinên Reqayê, ji taritiyê ber bi azadiyê ve

Komên çete di dema ku herêmê dagirkiribûn,  jin wekî kole hesab dikirin, di bin nav ol de neheqî li hemberî jinan dikirin, hin di qandan dihatin darvekirin û hin din jî bi keviran dihatin kuştin. Şervanên YPG’ê ku erka rizgarkirina gel bi taybet jinan hilgiriya ser milê xwe di pêngava Xezeba Firatê de jinan ji zulma çeteyan rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê jinan bi xwe xwe birêxistin kirin û saziyên xwe yên xweser vekirin û Rêveberiya Jinan sîwana wekî sîwana hemû jinan ava kir.

Derbarê mijarê endama bi navê Sewsen El-Xelef destnîşan kir ku piştî rizgarkirina wan,  jinên Reqayê ji nû ve bi wateya jiyanê hîs kirin û xwe bi rêxistinkirin.

Cara yekemîn e ku jineolojî li dibistanan tê dayîn

Piştî kedeke mezin a jinan di pêkanîna rêgeza neteweya demokratîk û jiyana azad de, komîteya jinan di perwerde û fêrkirinê de madeya jineolojiyê xist dibistanên Rojava. Her wiha akademiya taybet bi jinolojiyê li Cizîrê hate vekirin.

Buroya Jinan binpêkirinên der heqê jinan de belge kirin

Buroya Jinan di Rêxistina Mafên Mirovan de binpêkirinên derheqê jinan de hatine kirin belge kir.  Buroyê di demên dawî de sucên ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê pêk anî belge kir. Di nav de piştî ku Efrînê hate dagirkirin, 480 jinên Efrînê yên ku êşkence dîtin, neçar man ku ji Efrînê derkevin. Her wiha keça ciwan a bi navê Zozan Beşîr Silêman, Xedîce Riyad di nav de 43 jin ji aliyê artêşa Trik a dagirker û çeteyên wê ve hatin revandin. Her wiha 55 jin di hundirê Efrînê de ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê  destdirêjî li wan hate kirin.

Ji destpêka 2018’an ve, 163 jin di Efrînê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin kuştin û birîndarkirin, herî dawî jî dayika bi navê Eyşa Henan (80) ji hêla çeteyan ve hate qetilkirin.

Li Cizîrê 6 û li Kobanê 8 jin hatin qetilkirin.